Şoreşgerên azadî her ew pey enbiyane
Her ew bi rastî didin tekoşîna însan e
 
Însan berê azad bûn, rast ewê azad bijîn
Ne ku bibin koleyê zordestan û şeytan e
 
Xweda însan ji tunê çêkir anî hebûnê
Bire secde ji bonê tevên milyakîtane
 
Piştî vî qedrî mezin wî kir Xelîfê erdê
Her tişt kire xizmetê dayê ‘eql û ziman e
 
Riya rast û riya xwar, riya ziyan û ya kar
‘Edalet û zulm û ‘ar Xweda tev kir ‘eyan e
 
Ev behr û çem û kanî bostan û war û xanî
Xweda dane însanî tu tişt nehişt nuqsan e
 
Bes Xweda ev dinya me, kir ciyê îmtîhanê
Ji bo ê baş û ê pîs ji hev bibin xwuya ne
 
Destûra şeytan li me da bi wan weswesê pîs
Ka wê kî bibe nankor piştî van qenciyan e
 
Tu hakimyeta şeytan tune li ser însanî
Bi ğeyrî jê re çêke xeyal û weswesa ne
 
Însanê nankor û pîs bê sebr û fêm û nezan
Ji şeytan re bûn ‘esker rabûn li ber Xweda ne
 
Bûne ğûlamê şeytan, dijminê azadiyê
Zordestiyê kirin kar dinya kirin zîndan e
 
Riya Rebbê xwe berdan riya heq û azadî
Ev erda wek beheştê hemû kirin wêran e
 
Li hember van xayîna û nankor û zordestan
Xweda hînkir bi wehyê hin însanê hêja ne
 
Kirin Pêxember û ew bi qasidîtî şandin
Ji bo însana derxin ji destê zaliman e
 
Tekoşîna însan dan pur dema azad kirin
Paristin û hemandin jê re bûne şivan e
 
Ji her qewm û gela re Xweda qasid şiyandin
Belê ewî Muhammed kir ê gelê cîhan e
 
Dipey wan re ‘aliman hildan barên way giran
‘İlm û cîhad û de’wa kirin rê wekî wan e
 
Gelek tarîxê şad û serfîraz ava kirin
Pur millet azad kirin tarîx bi wan avane
 
Îro jî wek her demê warisê wan enbiyan
Mizgîn rabûn e li ber can dijminê însan e
 
Nabînin Hîzba Xweda wek şêr hicûma didin
Hîzba şeytanê le’în şahid va Kurdistan e.
 (Bangaheq)