Merheba sed merheba,
Qendîla roj û şeba,
Şewq û ronîya qelba,
Hat pîrê yanzdeh meh a.
Meha Remezan b-qiymet,
Dinav meha a b-rumet,
‘Îyd û newroza ummet,
Hat pîrê yanzdeh meh a.
Kesên feqîr û maldar,
Ji gelê menî dîndar,
Tevî wextare serdar,
Hat pîrê yanzdeh meh a.
Rojî deryê selamet,
Pêr dibare bereket,
Bawermendara dewlet,
Hat pîrê yanzdeh meh a.
Bo gihaştina dam ê,
Jibo na xas û ‘am ê,
Rojî ferzek Îslam ê,
Hat pîrê yanzdeh meh a.
Ji ba Xweda l-me ferze,
Rojî ji mere şerze,
Ji ‘alemê ra derse,
Hat pîrê yanzdeh meh a.
Hefsedî hember deha,
Xelat û ecrek buha,
Xweda dide me weha,
Di pîrê yanzdeh meh a.
(Hürseda Haber)